Helbest û Xebatên Bawer Berbang

* Deng * *
1

Tu Xezala kîjan çîyayî

Ax kerba dilê min 

sîya te tê berçavên min 

ax xezala çîyayê warê min 

wax limin lê tu yî sebra ber dilê min 

zûda ye dûrim ez ji te 

zûda ye an  dûrî tu ji min 

nabînim ez pêsna bejna te 

nabhîzim ez dengû awazên te 

nabînim xezalê ez wan çavên te 

zen neke ez bê te heme 

zen neke bê kerbû bêrî me 

awaz û helbesta min 

hemû tên jibo te 

tu xezala kîjan çîyayî 

te yê li kêrê pal dayî 

ax kerba dilê min 

xezala çîyayê warê min 

nizanim anha tu li ser kîjan çîyayê yî 

bawer bike tu jimin ez bê te tune me 

wek salûl û bilbilekî ji warê xwe terke me 

terkeyê çavên te 

helbesta ser rêya te me

2

HERKA HISMENDÎYÊ

Di derya ya jînê de ezê xwe bispêrim ''Xweda û xwedawenda'' xwe bispêrim evînê xwesî

û kêfxwesîyê bawerbikim ji van xalên han ên bingehîn û bi pêlên ruh ve xwespastinekî

ne demkî bi domdarî ewê herkes bimin xwes werin nas werin,dost werin û wê di dil û

ruhê min de evîna jîyanê bê xuliqandin û ezê di wê xwezayê de li hember tu tistek

bas nebim asteng jiber ku gavên min li xwesîyê digerin û tenê dixwazim wê germahîyê

bikim kilamekî dinav hestên xwe de ber bi bextewarîyê ve biherikim.

Li wê rê û rêçûnê wekî teyrekî baskê xwe jibo hêvîyên dil azad bigerînim û

wekî xanekî ji dîroka jîyana xwe bidim ava kirin.

Bes ruh divê ji berpirsîyarîyên bargiran û rexnewarî dûr bikeve pêwîst nake çinçilandinekî

wisa ku meriv li ber bayê felekê bikeve û xwe dawesîne ji tistên neyînîyên

dij mirovahîyetê.

Her wiha qewimînên piçûk hene ku dinav jîyanê de çêdibin divê meriv wan tistan

mezin neke û li ber bayê wî neke.

Jibo li sifayekî bigerî divê aborîyê nexî hinçet di halê xwe de jibo rojên

xwes bixebitî û tevbigerî ji dest were meriv dikare destê alîkarîyê dirêj bike

lê hîç destê xweyê nebasîyê dirêjê tu kes û xwezayê neke jibo jîyanek di hemdê

xwe de pêwîstî bi beralîkirina nebasîyê bê û bi tevgera his û ramanê xwe di hisê

xwe de birûxîne .

Werhasil û kelam ji jîyanê hezbike bibe çêkerê basî û xwesîyê ..

bi wê herkê re rêya tengasî û çewisandinan dixwe de bigere û xwe ji tengavbûnê rizgar

bike eve hêza derûn raman û hismendîyê û di jîyanê de .

Guherandinên erênî çêbike derû dora xwe biveciniqîne ser baldarîya xwe û bi

tevgera xwe bibe mînakekî bas...

3

Mihyedîn Nahrîn nivîsand -Ax Tamara

Ji zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû.

Bi saya çîrokan evîna beserî bûye nemird.

Ji zemanê berê keçeke xwesik ya kesîsê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê

re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin.

Navê keçikê Tamara bû.

Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû.

Tamara û bavê wê li girava behra dijîyan.

Wexta rojekê Tamara ji bo karekî berê xwe dide bajêr, di rê de leqayê sivanekî

Kurd tê.

Wexta çavên wan dikeve hev, evîna wan dibe mîna heyv.

Ji berê de gotine “Çav çavan dihebîne, dil dila dihelîne.”

Ji roja ku hev dîtin ne ew çavên beserî û ne jî ew dilê beserî nema tebatê radigire.

Timî daxwaza wan ji bo hevdîtinê can dimîne.

Ji hev re soz didin ku hersev wê hev bibînin.

Wexta roj diçe ava û sev wekî perdeyeka tarî ser rûyê dinyayê digire Tamara di

destên wê de find tê li qeraxa behra wanê finda xwe pê dixe û li benda dildarê xwe

disekine.

Dema sivan ji dûr ve sewqa findê dibîne hema ji keyfa xwe li nav pêlên behra Wanê

dide û qesta findê dike.

Dema her du evîndar dighîjin hev ji sev heta berbangê bi hevra dikevin civatê û

ji hev re yarîyan dikin.

Di sira bayê berbangê de sivan ji dildara xwe xatiran dixwaze û carek din bi paspaskî

ve xwe li nava pêlên behrê dide û vedigere mala xwe.

Bi vî siklî demek dirêj bi hev re hevaltî dikin.

Êêê Mezinan ji berê de gotine: “dinya ne bi zorê ye bi dorê ye.”

Wekî di hemû çîrokên evînî de çawa Bekoyê Ewan hebin û bikevin navbera evîndaran

de di vê çîrokê de jî kesên fesad diçin ji bavê Tamarayê re fesadîyê wan dikin.

Gava kesîsê dêrê (bavê Tamara) bi vê yekê dihese çavên wî sor dibin û tecrîdê

li ser keça xwe dideyne.

Nahêle keçik derkeve derve û wê di mal de mahkumî dike.

Kesîs bi saya fesadan hînî hemû tistên wan dibe.

Sivanê feqîr ji her tistî bê agah her sev diçe qeraxa behrê û li banda îsareta

Tamarayê disekine.

Heta derengî sevê dimîne ne Tamara tê û ne jî îsaretek.

Lê dîsa jî sivan dev ji evîna xwe bernade û her sev diçe qeraxa behra û li benda

îsaretê dimîne.

Ji sevan seveke tarî derya û li ser behrê pêlên gawirîn heyî kesîs li tê ber

behra Wanê û finda xwe pê dixe.

Bi pêxistina findê kelecan û çirûsk ji lasê sivan difûrin û xwe li nav pêlên

behrê dide û qesta findê dike.

Lê kesayê bê îman ji wî serî diçe serê din û her gav cihê xwe diguherîne.

Feqîro hey find li ku be berê xwe dide wê alîyî.

Bi vî awayî kesîs heta sivan bêtaqet dimîne cihê xwe diguherîne, wê sevê

pêlên behra har lasê sivên dikisîne ber bi jêr û sivanê Kurdî wê sevê

jîyanê xwe teslîm dike.

Berîya ku canê xwe teslîm bike cara dawî navê dildaya xwe diqîre ezman û dibêje:

“Ax Tamara!”

Wexta ku Tamara dengê sivan nas dike bi feryad û fîxan ji malê dertê û berê

xwe dide cihê deng.

Keçika dil sewat xwe diavêje nava pêlên behra serxwes.

Ne ew dighîje sivan û ne jî sivan xwe dighîne Tamarayê.

Her du jî lasên xwe dispêrin behra wanê.

4

Rojnivîsk -Di rêwîtîyê de Çîroka du Jin'ên Pisîk hez

Rêwîtîya min a îro heta sirkecîyê bû, wek heroj pistî dolmîsê li metrobûsê

siwarbûm rêwîtî berdewamkir wesayîta ku ez têda qederek çû li

seknoka taxa cinnetê rawestîya rêwî ya hilda bi ketina rêwîya a hundurê metrebûsê

re min dît jinek temen bilind hat li kêleka jinek qelew çûr û pîr rûnist bi rûnistinê

re min dît pisîkekî sipî û res serê xwe ji bêrîka çentê wê derxist jinika

kêleka wê destê xwe da pisîkê her weha hevnasîna herdû pîre jina bi pisîkê

re, bû navgîna hevnasînê.Çi diqewime ka binhêr pisîkekî bikarîbe samîmîyeta

navbera tu kesan çawa birêve bibe.

Jinika çûr hema hilda bisîkê himbêzkir da ber dilê xwe û devê pisîkê maçkir,

jinika xwedîyê pisîkê jî wisa dilsa dibe bi pisîka xwe û rêwîya bi kêleka

xwe re yanî ewî jinika rêwî çiqas eleqe nîsanê pisîka jina xwedîyê pisîkê

kir min jî ewqas bi baldarî li wan temasedikir lê lêva jinika xwedîyê pisîkê ji sabûna

qe nedihat hev wisa dev li ken û wisa jî bextewar bû yanî min got ruhê vê jinikê

teze bû jiber ku ew çiqas ji pisîka xwe hezdike hevala wê ya rêwî ewqas ji pisîka

res belek hezdikir.

Min dît jinik a xwedî pisîkê cardin zivirî ser wê jinika rêwî got: ka bide ser milê

xwe wê çiqas bas bisekine ewê jî bê xatirîya wê nekir da ser milê xwe ewê

girt da wê wisa ji pisîka resbelek hezdikirinû dikenîyan; her weha ez jî biwan re dikenîyam

lê belê liber devê min berdevka min hebû wana kenên min nedidîtin.

Bi wê sabûna bi pisîkê re min dît jinek çarseva res lê tenê çavên wê dixwîyên

ewê jî pisîkekî çûr kirîye çentê xweyê piçûçik û serê wî derxistîye

derva jixwera pêra sadibe zarokekî jî pêra ye ew jî carna destê xwe didê û

pêra dikene lê belê ev jinika ku çarseva res lixwe kiribû ne wek wan herd jinikên

serqot bi eskera bi pisîkê re sa dibû jiber cilên wê yên res kesî eleqe nîsanê

pisîka wê nedikir Hima min jî got : kesek nêzî vê jinika bi çarsevê nixaftî nabe

yeqîn ji sikandina destmêja wê ditirsin.Lê belê min dinavbera herdû jina de tistek

kifskir ew jî yeka çarsev xwe nixaftî pisîkhez û her weha ewa serqot jî pisîkhez

lê belê ew jinika serqot bi qasî bi saya serê pisîkê dilsad û bextewar bibû

ez bawernakim ku di temênê xwede ewqas kêfxwes bûbe ewqas jî zêdetirîn.

Di vê navberê de di guhê min de jî strana birader dema tu dikenî lê dide ez jî bi

wan re dikenîyam..

5

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim

Ez nexwes im

Ne serxwes im

Derî veke canim!

Me soz dabû

Bighêne hev

Herdu bi sev sêrîn

Evîndarê çavên belek

Wan diranên zêrîn

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim!

Em bi hev re

çûbûn çiyê efendiyê îro

Reqs û sema li ber çema

Mane heta nîro

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim

Te go: were

Ez bi te ra

Heta sibê razin

Tu deymeke

Derî veke

Ji bo çi ev gazin!

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim!

Ez sewitîm

Dil peritîm

Wer semitîm hatim

Rob li xwe ke

Derî veke

Tu deymeke satim

Ebrû sevê

Lêv hingivê

sêrîn devê xanim

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim

Bi wî serî

Ji ber derî maçek nedî narim

Ji awirên çavên belek

Zanî birîndar im

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim

Ji bo Xwedê

Tu guh medê

îsev seva înê

Xwe dîn meke

Derî veke

Ez hatime dînê

Ebrû sevê sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim!

Sebra dilê

Rû ji gulê

Dipaxilê sêv in

Mala minê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ne serxwes im

Ez nexwes im

Derî veke canim

Cejna siba

Bi maçekê

Pîroz bike jîn im

Dilbirînê çavên belek

Ji ber te bê tîn im

Ebrû sevê

sêrîn devê

Lêv hingivê xanim!

Ez nexwes im

Ne serxwes im

Derî veke canim