Ejderhayê Tirsonek

* Deng * *
1

Jiyana li daristanê

Berî bi hezar salan di nav candar û ajalên cî- hanê de; pêşiyên fîlan mamût, nifşên qediyayî dînozor û gelek ajalên dirinde hebûn. Ejderha jî hebûn û ew pir bihêz û xof bûn.

Hemû candarên vê çîroka me li daristanekê dijiyan. Li vê daristanê gul û gîhayên herî xwe- şik hebûn.

Ejderekî ku ji hemû ejderhayan biçûktir jî li vê daristanê çêbûbû. Pirça Ejder kej bû û çermê wî ji rengên keskesorê bû. Dayik û bavê Ejder ew li jora daristanê, di hêlîneke serê gir de me- zin kiribû.

Bihar bû. Hemû kulîlkên bi rengê cûrbicûr vebûbûn. Ejder ji bo ku bifire bê sebir bû. Dê û bavê Ejder ew biribû dibistana daristanê. Li dibistana daristanê çêlikên heywanên din jî he- bûn. Perwerdehiya vê dibistanê li ser hezkirina xwezayê bû.

Şagirdên biçûk, ji bo jiyaneke şa û hezkirina candarên din fêr dibûn. Dûre li gorî qabiliyet û pêdiviya her candarî ders dihatin dayîn.

Ejderê ku her roj diçû vê dibistanê, bi he- valên xwe re bi setrencê dilîst, bi hunerên be- dew eleqedar dibû. Di dersa sporê de baskên xwe ji bo firînê amade dikir.

 

2

Mamû

Ejder, li vê dibistanê bi Mamû re xweş li hev dikir. Ew herdu di temenê hev de bûn. Mamû ji malbateke mamûtan bû. Pirça wî qehweyî, xortimeke dirêj û du diranên wî yên tûj hebûn. Ejder û Mamû di navbera dersan de ji lîstikan pir hez dikirin. Bi taybetî jî bi veşartokê dilîstin.

Hevaltiya Mamû û Ejder bi pişkînê dest pê kiribû. Pêşî Mamû pişkiyabû û ava xortûma wî pijiqîbû ser Ejder. Piştî ku Ejder rûyê xwe paqij kiribû, ew jî ji nişkê ve pişkiyabû û agir ji devê wî pijiqîbû. Mamû tirsiyabû û ji Ejder re gotibû:

Weeee! Tu çi dikî? Baldar be, hindik mabû te ez bişewitandama.

Bibexşîne, lê ji te derbasî min bû.

Belê. Lê min bi zanebûn nekir. Ya min tenê av bû.

Min jî bi zanebûn nekir. Ya min jî tenê pi- çek agir bû.

Belê, rast e. Ji ber vê divê tu bêtir baldar bî. Ji niha pê ve em hay ji pişkîna xwe hebin, wê baş be.

Erê em wiha bikin. Lê ez nizanim ezê kengî  Temam, dema tê bipişkî berê xwe bide aliyê din bes e.

Piştî vê bûyera pişkandinê, Ejder û Mamû bûbûn hevalên hev.

Li dibistanê herkesî ji Ejder hez kiribû û navê “Şêrînokê Agir” li wî kiribûn. Dibistana wan çil rojî bû. Roja dawî bû û dibistan xelas bûbû. Ej- der û Mamû piştî çil rojan ji dibistanê mezûn bûn. Ji ber ku wê ji hev veqetiyana, gelekî xem- gîn bûbûn. Xatir ji hev xwestin û her kes vege- riya nav malbata xwe.

 

3

Dema firînê

Dê û bavê Ejder ew ji dibistanê anîn. Diviya- bû bi malbata xwe re dest bi firînê bikira. Mal- bata wî ji Ejder re got: “Haydê, dema firînê ye. Bide dû me.” û firiyan. Dema ku li xwe zivirîn dîtin ku Ejder nefiriyaye. Di cih de daketin cem Ejder û jê re gotin:

Çi derdê te heye Ejder? Tu çima nafirî?

Ejder pir fedî kiribû, got:

Ez jî dixwazim wekî we bifirim, lê ez gelekî ditirsim.

Pirsgirêka Ejder tiştekî din bû. Ew bihêz û qabiliyet bû lê di firînê de di cihê xwe de sar dima. Tirsa bilindahiyê pê re hebû, lê nedixwest ji kesî re bêje. Ku hildikişiya cihekî bilind, din- ya li dora wî dizivirî û çavên xwe hişk digirtin.

Dê û bavê Ejder bi mezinbûna wî şa dibûn, lê ji ber ku nedifiriya li ber diketin. Ji Ejder re di- gotin: “Êdî tu ejderhayekî gihîştî yî. Ji bo firînê kêmasiyeke te tuneye.”

Ejder fedî dikir ku tirsa xwe ji wan re bêje. Ji ber ku nedixwest ejderhayên din tinazên xwe pê bikin, tirsa xwe ya bilindahiyê ji kesî re ne- digot.

Ji bo firînê dê û bavê Ejder çi kirin jî bêfêde bû. Ejder nikarîbû bifiriya. Li ser vê rewşê, mal- bata Ejder ew şandin kursa firînê. Ejderhayên hoste ji bo ku Ejder bifire her tişt ceribandin, lê bi tu awayî ew nikarîbû bifiriya.

Mamoste jê re got:

Hemû Ejderha difirin. Tu jî dikarî bifirî, tenê bi xwe bawer be, bes e. Eger tu bixwazî tê bi ser kevî.

Ejder ji dema ku hatibû vê kursê şûnde ge- lekî bêriya hevalê xwe Mamû û dibistana xwe ya berê dikir.

Rojekê Ejder ji ber ku dîsa nefiriyabû pir xemgîn bûbû. Tenê dixwest wê rojê Mamû bi- bîne û derdê xwe jê re bibêje.

4

Ejder wenda dibe

Ejder li nav daristanê rêya xwe şaş kiribû û wenda bûbû. Dayik û bavê wî li her cihî geri- yan lê ew nedîtin. Taybetiyeke Ejder hebû, ew yekî bêhnek bû. Malbata wî jî bi vê qabîlêye- ta wî dizanîbû. Ejder bêhna hevalê xwe Mamû dişopand û ber bi wî ve diçû.

Gihaştibû nêzî Mamû lê dîsa jî tam ne bawer bû. Dinya tarî bûbû. Ejder cara ewil bû ku li da- ristanê bi tena serê xwe mabû. Ejder li daristanê bêhna heywanên din jî stendibû. Lê nizanîbû ev bêhn ji kê tê. Ev bêhn ji dînozoran dihat, bi ser de jî ev dînozor pir bi hêrs û birçî bûn. Ew hatibûn şerê Mamûtan.

5

Refê dînozoran

Mamût li daristanê li cihekî xweş dijiyan. Li vir dar û ber pir hebûn. Koma mamûtan li vir bûn û xwe ji dînozoran diparastin. Dînozoran jî dixwest vê derê ji wan bistîne.

Gava ku Ejder nêzî cihê Mamû bû, dît ku dî- nozoran Mamû û mamûtên din dorpêç kirine. Mamû ji tirsa wan xwe di nav mamûtan de ve- şartibû. Ejder hem li ber hevalê xwe û hem jî li ber mamûtan ketibû. Xwe bi xwe got:

Ezê aniha çi bikim? Ji bo hevalê xwe  divê tiştinan bikim... Lê  dînozor  pir mezin  in! Ezê çawa wan ji vir bi dûr bixim? 

Dînozoran xwe ji bo êrîşê hazir kiribûn. Ej- der biryar da û baskên xwe li hev xistin û den- gên ecêb derxistin. Bala dînozoran kişandibû. Kes ne li hêviya ejderhayekî bû. Hemûyan bala xwe da Ejder, hinekî şaş mabûn. Xwestin fam bikin ev ejderhayê xerîb li vir çi dike.

Ejder piştî ku halê dînozoran dît hinekî din wêrektir bû. Ewqas baskên xwe li hev xistin ji ber xwe ve bi hewa ket. Ejder dema ku bi ca- rekê re xwe li hewa dît ji kêfa agir ji devê xwe pijiqand. Ji tirsa agirê Ejder, her yek ji dînozo- ran bi aliyekî de reviyan. Wan nema dizanîbû

çi bikin. Hemû reviyan û xwe li darîstanê ve- şartin. Ejder li hewa çend teqle avêtin û hinek agirê din jî pijiqand ser dînozoran. Ji ber agirê wî dûvikên çend dînozoran şewitîbû.

Ji ber ku Ejder cara ewil firiyabû, zêde li hewa nema û serserkî ketibû erdê. Dema ketibû erdê Mamû bi bazdan çûbû ba wî.


6

Av û agir

Hemû mamûtan ji Ejder re li çepikan dixist. Mamû bi xortûma xwe av davêt ser rûyê Ejder. Ejder dema ku çavên xwe vekirin dît ku Mamû bi hezkirin lê dinêre û lepê xwe dirêjî wî

kiriye. Mamû bi kêf ji Ejder re got:

Min tu dîtî! Êdî tu difirî!

Belê, bi gumana min ez firiyam.

Vê carê tu bi zanebûn pişkiya, ne?

Erê bi gumana min wiha bû.

Min heta niha pişkîneke wiha xweşik ne- dîtibû!

Lê hinekî qirika min êşiya!

Ejder û Mamû du hevalên berê bûn. Ji bo ku dîsa hev dîtibûn gelekî bextewar bûn. Hemû kesên li wir bi kêfxweşî li Mamû û Ejder dinêrîn.

Mamûtekî pîr got:

Hevaltî di rojên wiha de mezin dibe.

Dayik û bavê Ejder li wî digeriyan. Dema pêj- na wî li daristanê kiribûn, rastî cihê mamûtan hatibûn. Dîtin ku rewşa Ejderê wan li nav mamûtan baş e. Ew jî hatibûn ba wan û bi jîr- bûna Ejder hesiyabûn. Bi bîhistina firîna Ejder û alîkariya bi mamûtan kêfa wan pir hatibû.

Mamûtan wê şevê Ejder û malbata wî kirin mêvanên xwe. Ji bo jîrbûna Ejder li daristanê pîrozbahiyek li dar xistin. Hemû heywanên dost tev li pîrozbahiyê bûn. Mamûtan ji Ejder xwestin ku ew agirê şahiyê bi pişkîna xwe pêxe.

Dînozoran ji dûr ve pîrozbahî temaşe kirin  û ji Ejder gelekî hêrs bûbûn. Xwe bi xwe gotin: Çawa ejderhayekî biçûk û nûfiriyayî, zora me biriye!

Dînozoran planek çêkirin ku heyfa xwe hilî- nin. Lê Ejder texmîn dikir ku dînozor di cihê xwe de rehet nasekinin.

Ejder û Mamû li ber agirê şahiyê bi mêvanên xwe re civiyan. Ejder wiha got:

Heval û dostên min ên hêja, wek ku hûn   jî dizanin divê em li hemberî dînozor û tiştên xeter xwe biparêzin. Divê em xwe bikin yek û bi hev re tev bigerin. Em xurt in, ji ber ku em heval in. Mamû! Hevalê min! Ezê wek ejderha- yekî tim li ba te bim.

Dayik û bavê Ejder bi tevgera zarokê xwe serbilind bûn. Dema dîtin Ejder parastina he- valên xwe dixwaze, ew pir şanaz bûn.

Dînozor, bi berbangê re bi dizî dîsa ketibûn nava daristanê. Ji ber ku Ejder û hevalên wî ev yek texmîn kiribûn wê şevê ranezan. Dînozorên ku di kemînê de bûn gelekî birçî bûbûn. Ji bo ku birçî bûn qeweta wan jî kêm bûbû.

Dînozoran kirin-nekirin zora Ejder û Mamû nebirin. Çend caran dînozoran êrîş birin ser mamûtan, lê Ejder û malbata wî alîkariya wan kiribûn. Dînozor bê hêvî bûbûn. Ji bêçaretî ji herêma mamûtan derketin û çûn.

Ejder bi agirê devê xwe, Mamû jî bi ava xortû- ma xwe, serkeftina xwe pîroz kirin.

Ji wê rojê ve Ejder li gora dilê xwe li asîman firiya û Mamû jî li gora dilê xwe li daristanê geriya…

 

Çîroka me ji we re xweş,

Ka silavekê bidin hevaltiya xweş…