KULÎK Û ŞELBİK

Wextekî berê da bizinek û du karên wê hebuye. Navê yekî kulîk, navê yekî jî şelbik satın al. Gava bizin yê ku ji mal derê û here çolê biçêre; ji herdu karê xwera dibêje ku ez nîvro hatim min derî xistû min go kulîk şelbik derî vekin cîya we hatîye dana şîr ketîye gahana yê bide kidikcana hûnê derî vekin. Wexta ku bizin van şîreta li kulîk û şelbik dike, gur xwe li wan dide gudarîya. Sibê zu diçe dibe nîvro û hê bizin nehatîye dana, gur tê derî dixe û dibêje kulîk şelbik derî vekin cîya we hatîye dana şîr ketîye gahana yê bide kidikcana. Kulîk derî vedike gur kulîk hildide û dibe dixwe. Şelbik ditirse derî parava kîlît dike. Bizin tê li derî dixe dibêje kulîk şelbik derî vekin cîya we hatîye dana şîr ketîye gahana yê bide kidikcana. Şelbik derî vedike, bizin dibêje şelbik ka kulîk? Şelbik dibêje gur hat xapant û kulîk bir xwar. Bizin hêrs dikeve û diçe ser xanîye gur pêkol dike. Gur deng dike û dibêje ve keye nav firaq û folê min çijî xalî kir? Bize ne dibêje te çima kara min xwar? Gur sond dixwe û dibêje vî erdî vî esmanî ocaxa pîr osmanî goştê kidikcana te neketîye ber vî diranî. Bizin ji sonda gur îna dike û diçe mala xwe. Rojekî dîsa bizinê here çolê biçêre, ji şelbikra dibêje şelbik ku ez nîvro hatim min li derî xistû ku min go şelbik derî veke cîya te hatîya dana şîr ketîya gahana yê bide şelbikcan tê derî vekî. Bizin û şelbik gava ku dipeyîvin gur xwe li wan dayê gudarîya. Dibe danê nîvro û gur tê li derî dixê û şelbik derî vedike gur şelbik dixwe. Bizin tê danê nîvro mêzedike derê malê vekîrîye û şelbik ezgisi. Bizin hêz dide xwe û diçe ser xanîyê gur pekol dike. Gur dibêje ew kê ye nav firaq û folê min çijî xalî kir? Bizin dibêje te çima kara min xwarîye? Gur dîsa sond dixwe û dibêje vî erdî vî esmanî ocaxa pîr osmanî goştê kidikcana te neketîye ber vî diranî. Bizin ji sonda gur îna nake û ji gur re dibêje derê emê şer bikin. Gur, ji xanîyê xwe derket û diranê xwe tuj kir. Bizinê jî qoçê xwe tuj kir. Gur û bizinê şerkirin û bizinê qoçê xwe yên tuj va ça li zikê gur xistû zikê gur qelişandû kulîlkû şelbik ji zikê gur derxist.