Mala diz û daberizan tuneye...


Li gor bîr û baweriya gel, tê bawerkirin ku kesê mala xelkê xira bike, nikare bibe xwediyê malekê. Ji ber ku zû û dereng, rojek dê bê, xelk jî wê mala wan xera bike.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya du girtiyên diz:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, du diz bi hev re tên derdestkirin. Hê ku ew der-nexistine dadgehê, berê tînin qereqolê. Li qereqolê, zeptî li serê wan dicivin da ku vepirsînin. Herdu diz bi kotek û darê zorê sûcê xwe lixwenan. Ji zeptiyan yekî got:

-Navnîşana mala xwe bibêje. Yê diz got:

-Mala diz û daberizan nîne.

Gelek lêdan û kotek li wî kirin, nekaribûn navnîşana mala wî hîn bikin. Ew berdan çûn ser dizê din. Vê carê zeptî ji wî pirsî:

-Mala te li ku ye? Wî jî piştî gelek lêdanê, bi xwînsarî got:

-Ez jî cîranê wî me.