Ê ku nade nade, te çi cade cad e...


Li vê dinê birek însan hene ku rizqkor û bê nesîb in. Tu ji bo wan çawa bikî jî her dem xizan û hejar in. Ji wan re li hev nayê, karê wan nakeve rê û ji aliyê aboriyê ve pergala wan tu caran rast nagere.
Binyata ev gotina ku li ser kesên rizqkor hatiye gotin digihîje serhatiya du birayan ku yek ji wan dewlemend ê din jî neçar û hejar e:


Dibêjin,

Carek ji caran li deverekê du bira hebûn. Ji wan yek bazirgan û dewlemend, hişyar û xwedî siûd bû; ê din jî neçar û belengaz, bextreş û kevirlêketî bû.

dewlemend di koşka xwe de dilgeş û di nav heyinê de; ê belengaz jî xwelîser, di xana xwe ya xirabe de, di nav bêçaretî û tunehiyê de dixirikî. Li dora bazirgên dost û heval, li dora ê belengaz jî bela û nexweşî kêm nedibûn.

Şevekê birayê bazirgan dîsa dawet dabû dost û hevalên xwe. 

Bi hev re xwarinên xweş û şerabên baş vedixwarin û yarenî dikirin. Qal bi qal, gotin hat ser birayê neçar. Ji hevalên wî yekî got:

-Tu çira li birayê xwe mêze nakî, mesrefa te ya rojekê têra wî û zarokên wî ya salekê heye. Ji te re ne şerm e, ku tu li vir nav kêf û zewqê de bî, ew jî li wir di nav tengî û jariyê de bijî?

Bazirgên got:

-Hûn jî zanin ku min gelek cara pere û sermiyan daye wî û wî wenda kiriye. Dîsa hûn zanin ku ew dayina min qebûl nake.

Dema ku hevalên wî pê de ketin, wî got:

-Ji bo ku hûn careke din jî bibînin, ezê mehekê her êvar tebaxek beqlewat bi destên we rêkim mala wî. Ezê her tebaxekê jî pêncî zêrî bêxim binê wê. Heke ku bigîhîne hev, ewê jê re bibe sermiyanekî. Bila ji xwe re dest bi bazirganiyeke piçûk bike û pê zarokên xwe xwedî bike. Xwe jî zarokên xwe jî ji belengaziyê xilas bike.

Soz dan hev ku wisa bikin. Bû roja din, berêvarî ji wan kesan yekî, binê tebaxa beqlewatê pêncî zêr xistê û bir mala wî. Dît ku li kuçeyê taxekê di bin xaniyekî axînî de, ew û zarokên wî di rewşeke nebaş de ne. Gunehê wî pê hat û li deriyê wî da. Dema ku birayê belengaz derkete ber derî, tebaxa beqlewatan da destê wî û zivirî. Piştî ku belengaz ji wî kesê xêrxwaz re got, “Xwedê xêra te binivîsîne.” Tebaxa beqlewatê anî fireqxanê û got jina xwe:

-Wê tebaxê bide pêşiya zarokan bila xêra xwedî bixwin.

Wê gavê şeytan ket bêvila jinê, jinê ji mêrê xwe re got:

-Ew xwarinek gelek xweş û giran e. Bi ya min, em dest li wê tebaxê nexin, tu bibe bide cîranê me Efrahîm Efendiyê Cuhî, bila çend quriş pere bide te da ku em ji bo zarokan zexîra çend rojan bistînin.

Fikra jinê ne xirab bû. Kêfa mêrikê xizan anî, tebaxa beqlewatê rakir, rast çû ber deriyê Efrahîm Efendiyê Cuhî. Li deriyê wî da. 

Dema ku cîranê wî derket ber derî, got:

-Kerem ke cîranê hêja. Ezbenî, ew tebaxa kesekî xêrxwaz ji me re anî ku em bixwin. Lê em gelekî hewce ne. Me got, em bidin cîranê xwe, ew jî çend quriş pere bide me ku em hin pêdiviyên malê bibînin.

Dilê cîranê wî yê Cuhî pê ve dimîne. Tebaxa wî ji dest digire û heqê du tebax beqlewat dike destê wî û diçe mala xwe.

Piştî ku Cuhî û zarokên wî tebaxa beqlewatê didin ber xwe, dest bi xwarinê dikin. Dibînin ku binê tebaxê tije zêr in, kêfa wan gelek xweş dibe. Zêrên xwe dijmêrin û radikin. Birayê belengaz, roja din ber êvarî, tebaxek din tîne. Cuhî wê jî jê dikirre. Heta ku qewlê wan temam dibe, her roj ji birayê belengaz re di tebaxê de beqlewat tên. Ew jî her car tîne bi bihayê du tebaxan beqlewatê xwe difroşe cîranê xwe yê Cuhî.

Piştî demekê hevalên birayê bazirgan dibînin ku birayê belengaz tu pergal rast nekir, rewşa wî dîsa weke berê ye. Bi meraqa xwe nikarin, pirsiyar dikin. Li ser vepirsîna wan mirovê belengaz jî ji wan re çîroka beqlewatan ji binî vedibêje. Hevalên birayê dewlemend gelekî heyirîn û ji ber bextê wî yê reş şaş man. Rabûn û hatin cem hevalê xwe yê bazirgan. Ji wan yekî got:

-Hal û ehwal wiha ye.

Birayê bazirgan got:

-Keko! Ê ku nade nade, te çi cade cad e.