Mêvanekî Xerîb

Her pêncan bi kêf û seyran û bi pênc gavên dîlanê mesîyan. Ji niska ve dîtin va ye gurek derketiye ser rêya wan. Hemû ji tirsa sekînin. Gur bi koneyî ji wan pirsî:

- Dîko, Mirîskê, Qazê, Werdekê, Çûko! Ka bibêjin, wiha we xêr e?

Hemûyan ji tirsa Gur nizanîbûn çi bikin, çi bersivê bidin. Pistî kêlîyekê Dîklan Axa, wekî serekê wan mecbûr ma bersivê bide wî:

- Merheba… Ser çavan Mamê Gur. Em diçin dawetê.

- Wa! Min jî digot çima hûn wiha kom bûne!

Belê, îca min fêm kir… Daweta kê ye?

Mirîska Zerîetê ji tirsa zer bibû, bi zorê got:

- Qid.. qid! Em diçin… dar û daristanQaza Delal a ziravqetîyayî gotina wê dewamkir

- Weq.. weq! Sar û saristan…

Werdeka Serkanîyê, xwest gotina wê bibe serî:

- Wîq… wîq… Kêf û seyran…

Çûkê Bilûrvan, dît ku hevalên wî nikarin ji tirsa gotina xwe biqedînin. Derket pês, rahist bilûrê, pif kirê û sitra:

Tû tû tûûû…

Em diçin dar û daristan

Sar û saristan

Diçin kêf û seyran.

Daweta Noko û Nîskê ye li Omeryan…

Gur mirûzê xwe kir û got:

- Waa, pir balkês! Dawîya dawî Noko û Nîskê jî zewicîn ha! Divê ez jî bi we re bêm dawetê… Hemûyan, ji tirsa berê xwe dan Dîklan Axa… Dîklan Axa xwest ku tirsa xwe vesêre û

bi hurmetî got:

- Belê, ser çavan Mamê Gur, helbet! Lê ka em li dawetnameyê binêrin!

 

Gur bi hêrs qêrîya:

- Îca dawetname ji ku derket! Tistê nedîtî! Berê, kesî li tistên wiha nedipirsî. Çi zemanekî xerab! De bila be, ka binêre, fermo!

Dîklan Axa, bi dudilî, name ji bêrîka xwe derxist û bi kelogirî xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa (Di ber xwe de got: Xwezî ne ez bûma) û Mirîska Zerîetê (Ewê berê xwe guhert) û Qaza Delal (Got pepûk û bi devê xwe girt), Werdeka Serkanîyê (Go tep û ket erdê) û Çûkê Bilûrvan (Bilûra xwe vesart)… Dîklan Axa li rewsa hevalên xwe nihêrî û got:

- Nizam çi bêjim Mamê GurGur çav li serê wî sor bû û got:

- Çawa yanî… Na naa! Ez vir de wê de nizanim, îllam divê bi we re bêm dawetê!

Her pêncan ji neçarî, serê xwe li ber Gur tewandin. Dîklan Axa ji bo ku Gur zêde hêrs nebe, got:

- Belê, were helbet! Dawetname tune be jî dibe! Ma kî li nameyan dinêre! Heydê em biçin.