Dîwan Seyid Eliyê Findikî

Dîwan Seyid Eliyê Findikî


Dîwan Seyid Eliyê Findikî


Dîwan Seyid Eliyê Findikî

Dîwana Seyid ‘Eliyê Findikî ku ji gundê Findika bi ser Cizîrê ve ye û yek ji xelîfên pêsdehatî yê Sêx Seydayê Cizîrî ye, bi çapa xwe ya çaran di nav rêza klasîkan de wesiya. Seyid ‘Elî însanekî sohbetxwes û xwedî zimanekî gelekî sêrîn; uslûba wî ya siîrê jî pir zelal e. Zimanê ku wî di helbestên xwe de bi kar aniye ji hêla herkesî ve bi hêsanî tête fêhmkirin. Helbestên wî di nav xelkê de pir têne zanîn û di medreseyan de jî feqiyan gelek qesîdeyên wî jiber kirine. Siîrên wî bi piranî li ser tobê, dûrketina ji gunehan, terka hezkirina dunyayê, gazina ji dostên ne safî û yên ne wefadar, tewsiya hiqûqê însanî û li ser terka ji bid’etan ne. Tembîha ‘alimên zeman dike ku vegerin ser wezîfa xwe ya eslî; malê xelkê bi hîlê nexwin û bi nivistan wan nexapînin. Seyîd Elîyê Findikî, sêweyê hûnandina helbesta wî, eynê wekî helbestvanên Kurd yê kilasîk e ku wî jî bi wezna eruzê helbestên xwe hunandiye, lê ferqeke wî ji wan heye ku wî, bi zimanekî wisa hêsan û rewan helbestên xwe hûnandiye, ta ku merivê ji rêzê jî jê fam dike. Wî gelek mijarên exlaqî û civakî di helbestên xwe de civandiye. Herwekî: pend û sîret, wefa û dostanî, tobe, terka dinê, xerîbî, tesewif, sîna li ser kesayetên mezin û hwd…

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL