The Hall Kurdî 12


The Hall Kurdî 12


The Hall Kurdî 12

Me ji bo Kovara xwe ya digital vê mehê şoreşa jinan a li îranê wek mijara sereke bijart û di bergê kovarê de cî da jineke şoreşger, pêşmergeya berê û aktivîstî mafên jinan Diana Nammî. Diana Nammi di şoreşa ku Şah hatibû daxistin de roleke çalak û girîng lîstîbû. Piştî şoreşê jî koçî londonê kiribû. Nammî têkoşîna xwe ya ji bo jinan li Keyaniya Yekbûyî jî didomîne û Organîzasyona Mafên JInên Kurd û Îranî -IKWRO- damezrandiye. Di hevpeyvîna me ya bi Diana re hûnê derbarê jiyana wê, xebatên IKWROyê û serhildana jinan ya li Îranê de agahiyên berfireh bibînin. Nivîskar Necat Zivingî ji bo vê hejmarê li ser “Tirknasî”yê gotareke gelek girîng û ji bo kurdan asoveker hazir kiriye. Binêrin ka di çand û gotinên me û welatên din de çawa behsa tirkan tên kirin. Di beşa sînemayê de em vê mehê derhênerê gewre Charlie Chaplin bibîr tînin. Sînemazan Rûmet Med li ser vê lehengê serdema sînemaya bêdeng nivîseke gelek xweş amade kir. Mamoste Konê Reş derheqê sînemaya Amûdê de gotarek ji bo vê hejmarê hazir kir. “Bajarê Amûdê, Şewata Sînemayê, Mihemedê Seîd Axa û Mirina Ûsivkê Çelebî”. Di vê gotarê de hûnê dîroka Amûdê bixwînin.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL