The Hall Kurdî 11


The Hall Kurdî 11


The Hall Kurdî 11

Kovara digital a kurdî ku li Londonê mehane tê belavkirin vê mehê di bergê xwe de cî da ye Haloween ango Cejna Pîrebokan. Wekî tê zanîn li welatên rojava 31ê meha 10an Haloween e. Wêneya bergê ji aliyê nîgarxêz û artîsta hûnera dîjîtal Soniya Ahmed ve hatiye çêkirin. Di wêneyê de hûnermend Soniya Ahmed bi Pîrebok, kundir û malên Hawramanê kompozîsyoneke xweş li hev aniye. Herwiha meselaya pîrebokan, cejna haloween û mînakên mîna wê cejnê di çanda kurdî de jî nivîskar Necat zivingî nivîsiye. Di hejmara meha Mijdarê de siyaseta li Îngilîstanê, guherîna serokwezîran û rewşa kurdan di siyaseta vî welatê de jî bi gotarekê hatiye vegotin. Siyasetzan û lêkolîner Serbest Ferhan Sindî di vê hejmarê de protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê û pêşeroja wan nivîsandiye.Blogger Salomé Cizrawî, Zimanzan Abdullah Încekan, Nivîskar Zeynelabidîn Zinar, Rewşenbîr Konê reş, Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cî girtine.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL