Gotarên Zimannasiyê

Gotarên Zimannasiyê


Gotarên Zimannasiyê


Gotarên Zimannasiyê

Zimannasî ji bo fêhmkirin û têgihiştina ziman, zelalbûna pirsgirêk û arîşeyên ziman, senifandin û nasîna ziman, herwiha ji bo dîtina peywenda di navbera zimanan de qadeke sereke ye. Tê zanîn ku zimannasiya li cîhanê roj bi roj bi geşedan û keşfan û bi teoriyên nû gihişte vê qonaxê. Îroj jî ev geşedan temam nebûye û ji aliyê gelek zanyaran ve di vê qadê de lêkolîn û tespîtên nû tên kirin. Ji ber ku ziman jî weku hebûneke zindî tê qebûlkirin, bi guherîna dinya û jiyanê re ziman jî ji vê guherînê nesîbê xwe digire. Lewma xebat û lêkolînên li ser ziman wisa dixuyê ku heya mirov û zimanên wan hebe, dê her berdewam be. Di vê xebatê de me jî weku komeke xwendekarên doktoraya zimanê Kurdî, di vî warî de di çarçoveya dersên zimannasiyê ya bernameya doktorayê de xwest ku pêşkeşî, nîqaş û nirxandinên xwe yên di dersê de bikin pirtûkeke bi vî şiklî. Her çiqas îdiaya me ne ew be ku em tespîteke nû û keşfeke nû li zimannasiyê dikin jî armanca me ya sereke ev bû ku qet nebe di van babetan de bejn û bala Kurdî bê dîtin. Mîna ku me li jor jî anî ziman, belkî fêhmkirin û nasîna zimanekî, herî baş bi vê rêyê çêbûya. Lewma her hevalek, li gor xwendin û çavkaniyên li ber destên xwe, di vî warî de mijarên curbicur hilbijartin û li ser xebitîn. Dema ku pirtûk bê xwendin, dê baştir bê fêhmkirin ka çi hatiye kirin û li ser çi hatiye rawestan. Lê dîsa jî li vir usûlen bi kurtî qala naverokê bê kirin dê mifadar be.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL