Kovara Zarema 8


Kovara Zarema 8


Kovara Zarema 8

Zarema di hejmara xwe ya heştemîn de bi naverokeke tijî sînema li ber we ye. Ji ber ku fîlmên kurdî piranî di festîvalên biyanî de tên nîşandan û bi riya wan tên naskirin, û ji ber kêmderfetên belavkirina fîlmên kurdî, sînemaya kurdî, ku bixwe jî pir nû ye, di nav derdoreke teng de tê naskirin, nirxandin û rexnekirin. Heta niha nivîsên derbarê sînemaya kurdî de hatine nivîsandin an hevpeyvînên bi sînemagerên kurd re hatine kirin, bêtir bi zimanê tirkî bûne. Me xwest vê rewşê ber bi aliyê zimanê kurdî ve, ber bi nêrîneke hindurîn ve biguherînin. Em hêvî dikin ligel fîlmên kurdî nivîsên bi kurdî yên derbarê wan de jî bi asteke bilindtir zêdetir bibin û heta bigihêje radeyekê ku di demeke nêz de kovareke sînemayê ya kurdî jî bikaribe derkeve. Di amadekariya vê hejmarê de me dît derbarê sînemayê de jî ev potansiyel heye, qe nebe di destpêkê de salê yek an du hejmar jî be gaveke ber bi kovareke sînemayê dikare him dînamîzmeke nû bîne nav ramangeriya me û bike ku sînema bêtir têkeve rojeva me.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL