The Hall Kurdî 6


The Hall Kurdî 6


The Hall Kurdî 6

Silav dildarên zimanê şêrîn. Me meheke din li paş xwe hişt. Di meha Gulanê dê li Brîtanyayê 2 bûyerên sereke û girîng rû dan. Ya yekem di 5ê mehê de hilbijartinên herêmî hatin kirin. Partiya deshilat ango partiya Serokwezîr Borîs Johnson Conservativeyê şikestin xwar. Dengên Partiya karkeran Labour li gelek devaran bilind bû. Lê di vê hilbijartinê de serkeftina namzetên Kurd bal kişand. Em bêjin ne tu partî lê Kurd biserketin şaş nabe. Lewra ji 30 namzetên Kurd dora 25 kes li herêmên xwe biserketin û ketin meclîsên şaredariyên xwe. Kurdan li şaredariya Enfiled a Londonê hema ji sedî 30yê meclîsê bi dest xist. Li Skotlandê jî serkeftina Roza Saliha keça Kurd a Başûrî hêjayî pesnê ye. Roza Salih ji Partiya Netewperwer a Skotlandê, SNP, kete hilbijartinê û bû yekem penabera hilbijartî di dîroka Skotlandê de. Nûçeya serkeftina namzetên Kurd, peyamên wan û hevpeyvîna bi Roza Salih re di vê hejmarê de cîh digre.

Detay

21.00 TL

%30

14.70 TL