Ê ku nehan bide, dehan jî dide...


Ger ku ji derekê dahat bê, kêm û zêde ferq nîne. Bes ku bê. Bi gotineke din, di camêriya comerdan de pîvan nabe. Ê ku hindikê bide pirê jî dide.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya kesekî hişyar û cîranê wî yê dewlemend lê çikos:


Dibêjin,

Carek ji caran şevekê mirovekî ji bo rizqekî helal û zelal, lavî 

û bergerên xweşik ji Xwedayê xwe re dişandin, destên wî li ber 

Xwedê vekirî, bi deng digot:

-Xwedêyo, ku tu deh zêran bidî min, têra hewcebûniya min e. 

Ezê bibim. Ku tu neh zêran bidî min, ji ber ku têra pêdiviya min 

nake ez qebûl nakim û nabim.

Wî daxwaz û laviyên xwe bi dengekî bilind dubare û sêcare dikirin. Cîranekî wî yê dewlemend lê ewqas jî çikos ku bazirganî dikir hebû. Ji bo daxwazekê dikir ku bihata mala wî. Dema ku hate 

ber derî, dengê wî yê laviyan seh kir. Li derî neda û li wî guhdarî 

kir bê ka çi dibêje. Ku dewlemendê çikos daxwaza wî fêm kir, di 

dilê xwe de xwest ku fêl û dilsoziya cîranê xwe biceribîne. Kîsê 

xwe ji hev kir, tê de hinek zêr derxistin, hejmartin. Çû serbanê wî, 

li ser rojinê rawestî û zêrên xwe yek bi yek ji jor de berdan xwarê. 

Mirovê ku ji bo zêran daxwaz ji Xwedê dikir, dengê ketina tiştekî 

bihîst. Berê xwe dide wî dengî, rast diçe ber rojinê. Dibîne ku ew 

tiştê deng dayî zêr in. Zêrên xwe kom dike, dijmêre ku neh zêr in. 

Diheyire, ji Xwedê re dibêje:

-Min deh ji te xwestin, lê te neh ji min re şandine. Gelekî li 

wan deran zêrê dehemîn geriya. Lê tu zêrên din nedîtin. Berê xwe 

nerazî kir, qehirî. Lê di dawiyê de, ji xwe û xwe re dibêje:

-Ê ku nehan dide, dehan jî dide. Zêrên xwe dixe kîsekî, kîsê 

xwe jî dixe ber benê xwe. Dema cîranê wî yê bazirgan dengê wî 

dibihîze, dudilî dikeve dilê wî. Dixwaze ku dakeve ber derî, zêrê 

xwe jê bixwaze. Fêm dike ku êvar e, dengê wan biçe cîranan ne 

baş e. Di dilê xwe de dibêje; “Ma her kes nizane ku Xwedê ji rojinê 

re zêran bernade. Ezê sibehê bêm zêrên xwe jê bixwazim. Sibehê, 

di berbanga kûr de bazirgan li deriyê zilam dide. Zilam bi meraq 

derdikeve ber derî, dibîne ku cîranê wî ye. Dibêje:

-Kerem ke cîranê hêja, serê vê sibehê xêr e îşela?

Bazirgan dibêje:

-Ez hatim zêrên xwe. Zilam dibêje:

-Zêrên çi? Min ji Xwedayê xwe deh xwestin, wî jî ji min re neh 

şandin. Min xwe nerazî kir, lê di dawiyê de min ji xwe û xwe re 

got: Ê ku nehan bide, dehan jî dide û min qebûl kir. Zêrên xwe 

rakirin, veşartin. Bazirgan û zilam digirin şer. Der û cîran li serê 

wan kom dibin, yek ji cîranan ji wan re dibêje:

-Megirin hev, şerm e. Ger hûn nikarin li hev bên, biçin şerîeta 

qazî. Bila qazî we li hev bîne. Herdu bi hev re şîreta cîranê xwe 

qebûl dikin. Piştî ku xelk diçe mala xwe, zilam ji bazirgên re dibêje:

-Ezê bêm, lê şertê min hene. Ku tu wan şertan bi cih bînî, ezê bi 

te re bêm. Bazirgan ji bo xilaskirina zêrên xwe qebûl dike û dibêje:

-Bibêje ka şertên te çi ne?

Zilam dibêje:

-Tê ji min re, hespekê, xiftanekî û cotek solên nû bînî. Heke ne 

wisa be, ez bi van kincên qetî û pêxwas nayêm dada qazî.

Bazirgan daxwazên wî pêk tîne û pêve, bi hev re diçin dadê. 

Piştî bêhnekê, qazî wan qebûlî hizûrê dike. Dad vedibe, qazî dipirse. Bazirgan û mirov çîroka xwe tevde ji qazî re gotin pêve, 

qazî diponije, dihizire û di dilê xwe de dibêje: “Ma ew mirovê 

reben bi zêrên zer û çîl ve çi tiştê hev in? Pêwîst e zêr li cem kesên 

dewlemend û bazirgan bin. Digire heqê zêran dide mirovê bazirgan. Li ser vê yekê mirov heqê axaftinê dixwaze û dest bi giliyên 

xwe dike, dibêje:

-Qazî efendî ev cîranê min ê bazirgan, gelek dewlemend e. Lê 

kesekî çavbirçî û çavnebar e. Çavên wî her li mal û canê xelkê ye. 

Naxwaze ku ji bilî wî kes bibe xwediyê tiştekî û tu tiştî kesî hebe. 

Qazî dibêje:

-Çawa? Zilam didomîne:

-Heke tu heqê van zêran bidî wî, ewê vê carê jî bibêje ew hesp

di bin te de jî ya min e. Bazirgan bi hêrs dibêje:

-Lê ne wisa ye? Zilam dibêje:

-Min negot, ew çavbirçî ye? Heke tu hespê bidê, vê carê yê xiftanê li ser milê min bixwaze, ku tu xiftan bidê, vê carê jî wê bibêje 

ew solên di lingê te de jî yên min in!..

Bazirgan gelek dienire, dibêje:

-Ma ew jî ne yên min in? Qazî dibîne ku bi rastî jî ew kesê 

bazirgan çavbirçî ye, zêran ji wî distîne dide zilam û wî jî bi deh 

çovan dide cezakirin.