Kesê mino, destê mino...


Gel dibêje, di dawiya dawîn de mirov bi tenê ye û ji bilî mirov bixwe 
kesê ku barê mirov rake jî nîne. Dema mirov karê xwe bi destê xwe neke 
ew kar li gor daxwaza (dilê) mirov pêk nayê.
Kok û binyata vê gotinê digihîje serhatiya çêlikên çûkê û xwediyê 
genim:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, di dema paleya gênim de çûgek ji çêrê zivirî, 

berê xwe da çêlikên xwe ku gelek ser û ber, dil bi tirs û bêhn bizdane! Makê got:

-We xêr e dayê qurban?

Hemû çêlikan bi ser wê de kirin çîve-çîv û yekê ji wan got:

-Dayê, îro xwediyê vî dexlî bi kurê xwe ve hatin li nav dexlî geriyan. Bavê got, “Kurê min genimê me êdî zer bûye, hatiye dema 

dirûnê, pêwîst e em wî bidirûn, sibehî biçe ba xizmên me, bila 

hemû bi hev re bên danekî alîkariya me bikin.” Ji ber wê em tirsiyan. Me got: “Dema ew bi hev re bên dirûnê, hê ku tu nehatî, bên 

me bi destan bigrin.” Makê got:

-Metirsin dayê qurban! Ji ber ku wî xwe hêlişt66 bi destên xizmên xwe ve pûte pê nekin.

Dema bû sibe bav û kur bi hev re hatin nava dexîl, gelek li hêviya xizm û dostên xwe bendewar man. Tu kes diyar nebû. Bavê 

got:

-Lawo, tu kes bi ser me de nehat! Tu sibehî here pê pismamên 

xwe, bila ew bên alîkariya me bikin. Bab û law piştî axaftinan bi 

hev re vegeriyan mala xwe. Dema bû êvar mak ji çêrê hat, berê 

xwe da hêlûnê. Li çêlikên xwe nihêrî, dît ku dîsa ji tirsan re diricifin, got:

-We xêr e, hûn dîsa gelek bê made û tirsî dixuyên? Ji wan çêlikan yekê got:

-Dayê, vê sibê dîsa bav û kur bi hev re hatin, tu kes nehat alîkariya wan. Dirûn nekirin û vegeriyan mal. Makê got:

-Ji hev re çi gotin? Got:

-Bavê got, “Sibehî gazî pismamê xwe bikin, bila ewan bên alîkariya me.”

Makê got:

-Netirsin, belê bila sibehî guhê we li wan be, ka çi dibêjin.

Dema bû sibe maka çêlikan dîsa çû çêrê, piştî çûyina wê bav 

û law bi hev re hatin. Gelek zeman li benda pismaman man, roj 

bilind bû, pismam diyar nebûn. Bavê ji kurê xwe re got:

-Lawo, gotinek pêşiya heye. Dibêjin, “Li hêviya yarê, mirov 

dimîne bê dûndan. Hê ku genimê me pûç nebûye, da ku ez û te 

sibehî zû dasa xwe rakin bên genimê xwe bidûrin.” Berêvarî mak 

hat li ser hêlûna xwe dana, pirsiyar ji çêlikên xwe kir, got:

-We agahî ji guftûgoya bav û law heye? Çêlikê got:

-Biryara xwe dan ku sibehî bixwe bên dirûnê. Makê got:

-De amade bin ku ez we birevînim, hê ku heyv neçûye ava û 

dinya tarî nebûye. Ji çêlikên wê yekê got:

-Çima tu duhî û pêr netirsiyayî wekî îro? Makê got:

-Duhî û pêr bavê xwe ji xema xelkê ve hilabû, min zanîbû ku 

karê wî dê bimîne di cih de. Wî fêm kir ku kesê wî destê wî ye. 

Loma jî pêwîst e ez we îşev rizgar bikim. Vêca vê xweş bizanin ku 

berê hatiye gotin ku kesê mino, destê mino…