Serê ku jê neêşe tu serî, bila biçe nav du berî...


Li gor edet û toreyên Kurdan, kesê ku bi dahat û jêhatî be, lazim e 
kesên ku ji wî aciz bibin jî hebin. Kesê ku tu kes jê ne aciz in, her dem 
ne kesên baş û di hemdê xwe de ne. Bi gelemperî kesên xizan ku tu tişt 
ji destê wan nayên in.
Binyata vê gotinê digihîje, birek kesên ku ji xortekî re, ji bo xwestin
keçekê çûne ser cila bavê keçikê:


Dibêjin,

Carek ji caran, malbatek ji xortekî re bo xwestina keçekê diçe 

li ser cila mala bavê keçekê rûdine. Civata xwazgîniyan, hêdî hêdî 

dest bi pesnê sinc û tebîetên xort dikin. Yek ji wan dibêje:

-Eraq û xumara wî nîne.

Bavê keçikê got:

-Baş e. Yekî din got:

-Karê wî yên xirab nînin, tu xuyên nebaş ne li wî ne.

Bavê keçikê got:

-Baş e. Yekî din got:

-Bê tehde ye û li tu zindiyan tehde nake.

Bavê keçikê dîsa got, “Baş e.”

Yekî din kete nav peyvê, got:

-Ne li xêra kesî ye, ne li şerê kesî ye.

Bavê keçê ji hinavê xwe de hinekî aciz bû, lê dîsa jî got:

-Ew jî baş e. Dema ku yekî din got:

-Tu kes bi wî aciz nabe. Di bavê keçê hilnehat, got:

-Qet tu kes?

Ji civatê yekî got:

-Na xêr, qet tu kes… Bavê keçikê ji cihê xwe rabû, bi tiliya xwe 

derî ji wan re nîşan da û got:

-Serê ku jê neêşe tu serî, bila biçe nava du berî!