Şev yek e, derî hezar e...


Di vê mijarê de gelek Gotinên Pêşiyan ên din jî hene. Herwekî, Xwe-dê kevirekî li mirov dixe, heftan ji ser mirov re digre; Xwedê deriyekî li mirov digire, heft deriyan li ber mirov vedike; Kengê êvar bûye ku sibe nebûye û hwd. Yanî jiyan tiştekî wisa ye ku ne hewce ye ku mirov xwe bixe bedbînî û bêhêvîtiyê. Di demên herî tarî de, teqez ronahiyek li ber mirov vedibe û mirov bi wê rewneqê dikare pêşiya xwe bibîne.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya “Hosta Hebîbê Necar” ku ew serhatî di nav gel de gelek meşhûr e û hema li hemû deverên Kurdistanê tê zanîn:


Dibêjin,

Carek ji caran, rojekê mîr û mahiyeta wî bi hev re derketin seyrana paytexta xwe da ku rewşa gelê xwe li şûnê bibînin. Di wê navberê de çavê mîr li jineke bedew dikeve. Bi dîtinê re dilê mîr dikeve jinikê. Hiş û aqil ji serê mîr diçin. Dema ku vedigerin qes-rê, mîr bi lez û bez gazî aqildarê xwe dike û ji wî re dibêje:

-Min li taxa jêrîn jineke bedew dît. Here ji min re bîne. Aqildarê Mîr çend zilam û mihafizan bi xwe re dibe. Diçe taxa ku mîr jê re wesifandibû li jinike digere. Dema ku rewşa jinike fêm dike, dizivire tê derdikeve hizûra Mîrê xwe. Dema Mîr wî dibîne, dibêje:

-Ka jinik? Aqildarê wî dibêje:

-Mîrê min, Xwedê emrekî dirêj bide te. Ew jin bi mêr e, mêrê we jî necar e. Mîr qehirî, çav li serê wî sor bûn, nizanî ku çi bike, got:

-Çend leşkeran rê ke mala jinikê. Bila biçin, mêrê wê bînin hizûra min.

Li ser fermana Mîr, aqildar mufrezeyek rê kir mala hosta He-bîbê Necar. Bi çengê wî girtin, anîn hizûra Mîr. Mîr bi dengekî dijwar got:

-Ez zordariyê li te nakim. Ji te re sibê heta seherê destûr. Tê

hezar darbestî ji min re çêkî. Heke yek tenê jî kêm be, ezê serê te jêkim.

Necar xwest ku bersivekê bide Mîr. Lê leşkerên Mîr hema ew ji wir dûr xistin. Bi dilê bi kul, bi keserên kûr hate mal. Jina wî sedema vê bêhntengiya wî pirs kir. Hosta got:

-Heta seherê hezar darbestên çêkirî ji min dixwaze. Heke ne-gihîjin, wê li şûna wan serê min jêke. Jinikê fêm kir ku çi bûye. Hosta dest bi çêkirina darbestan kir, lê bêhevî bû. Êvarê şîv nexwar, heta nîvê şevê hê çar heb darbest çêkiribûn. Jinikê got:

-Hosta Hebîbê Necar, were razê mîna her car, şev yek e, derî hezar. Hosta got:

-Bedewiya te, hiş ji serê wî bêbavî birine. Ew dixwaze min bi-kuje û te jî ji xwe re bibe. Tu jî dibêjî were rakeve. Zilam guhê xwe neda jina xwe. Heta sibehê şixulî. Lê deh darbest jî çênekiribûn. Êdî hêviyên wî şikestin. Jina wî dîsa got:

-Bêyî li ser canê min razê, bila soz û peyman be, ez hevaltiya te bernadim. Piştrast û enîberz be. Were razê mîna her car; şev yek e, derî hezar. Hosta fêm kir ku keda wî vala ye. Bi ya jina xwe kir, xwe sparte Xwedê. Çû di hembêza jina xwe de raza. Sibehê bi dengê derî re ji xew rabû. Dît ku leşkerên Mîr in. Xwîn jê çikiya, got:

-Ma gelekî bi lez e? Serleşker got:

-Gelekî bi lez e.

Hosta zivirî ku xatir ji jina xwe bixwaze. Serleşker bi milê wî girt, got:

-Te fêm nekir ku em çiqas bi lez in, newisa? Hosta Hebîb got:

-Ma hûn nahêlin ku ez xatir jî ji jina xwe bixwazim? Serleşker

got:

-Tu naçî tu deran, Mîr miriye. Tu bi lez darbestekê ji me re çêkî, emê biçin. Hosta ji paşiya dikana xwe darbestek anî û got:

-Darbest amade ye, fermo! Piştre hosta zivirî, dît ku jina wî li hember e. Jina wî got:

-Ya Hebîbê Necar, min ji te re negot,