Deve hat pûl, pûl tune!..


Dema ku rewşa mirov ya aborî baş be, ji bo pêdiviyên mirov biha û erzan ferq nake. Dema aborî ne baş be û dirav tunebe, bihayê tiştekî çiqas erzan be jî nikare wî tiştî bikirre.
Binyata vê gotina ku der barê jiyana aborî de hişyariyê nîşanî me dide, digihîje serhatiya bav û lêw:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, kurê mirovekî dewlemend ku ji aliyê aborî ve ketibû tengahiyê, ji bavê xwe re got:

-Bavo, me pêdivî bi deveyan heye, îro li mezatê bihayê deve-yan daketiye pûlekî, ez bistînim?

Bavê kurik got:

-Na kurê min, pûl bi qîmet e, nestîne.

Lêwik dengê xwe nekir. Di ser bûyerê re çend meh derbas bûn. Rojekê bavê kurik kîsek zêr kir beriya wî û ji wî re got:

-Kurê min here mezatê, ku çiqas deve li mezatê hene hemûyan ji me re bikirre û bîne.

Kurik li ser daxwaza bavê xwe, xulamê bavê xwe jî bi xwe re dibe û diçe mezata deveyan. Bihayê wan dipirse. Dibîne ku bi-hayê her deveyekî pênc zêr in. Bihayê wan ji kurik re gelek giran tê. Nikare, ji bo ku biryara kirrîna deveyan bide, xulamê bavê xwe dişîne gel bavê xwe, wî diwesîne ku bihayê her deveyekî pênc zêr in. Bavê wî bi xulamê xwe xeberê dişîne. Ji wî re û dibêje:

-Bila hema nebêje biha û erzan, bi baş hemû deveyan bigere û ku çiqas deve li mezatê hene, bila hemûyan bikirre û bê.

Xulam diçe, temiya bavê digîhîne kurik. Kurik gelek deveyan dikirre û vedigere tê malê. Kurik derdikeve hember bavê xwe. Ji wî re dibêje:

-Bavo, dema deve dakete pûlekî, te çima ji min re got: “Me-kirre, pûl bi qîmet e.” Me îro yekê wan bi bihayê pênc zêran kirî?

Bavê got:

-Kurê min deve hat pûl, pûl tune.