Girara pirrkebaniyan, ya şor dibe yan kelî...


Gel dibêje, dema gelek dest bikevin nav karekî, ew kar dilewite û dahat ji wî karî nayê.
Kok û binyata vê gotinê digihîje serhatiya malekê ku kebaniyên wan pir in:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, jineke navsal û zana li maleke pirkebanî dibe mêvan. Kebaniyên malê ji bo danê evarê xwarinê didin ser tifikê. Xwarin girar e. Dema ava girarê bi kel dikeve, kebaniya malê ya mezin tê û çengek xwê dixe beroşê. Jinika mêvan li ser sewkiya heyatê rûniştiye. Piştî demekê dibîne ku kebaniya din jî hat û wê jî mistek xwê avête beroşê. Di pey wê re bûka malê ya mezin, a piçûk, keça malê, piçûka wê... Hema ku kî di ber beroşê re derbas dibe, mistek xwê diavêje beroşê. Jinika mêvan a navsal jî ji hêrsa wan re mistek xwê diavêje girarê û xwêkirina girarê bi dawî dibe. Dema girara birincê têretêr avê hiltîne, kebanî têne ser girarê ku li xwêya wê binihêrin. Dema kebaniya mezin kevçiyê darîn di nav girarê de digerîne, hinekê dixe binê kevçî. Dibe devê xwe, ji şoriya girarê devê we diqermiçe. Dizivire ser jinên din û di navbera xwe de diaxivin. Hele ka kê xwê kiriye girarê. Jinika mêvan ji wan re dibêje:

-We çi pistepist e? Min jî kirê yek miste.