Belengaz çû ku xwe bixeniqîne, dît ku dewlemend di rêze de nin...


Dibêjin li vê dinê hemû derî û dergeh ji aliyê dewlemendan ve hatine parvekirin û girtin. Ji wê ye ku ji belengaz û xizanan re cihê ku biçin nehiştine.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya kesekî belengaz ku ji qehra vê dinyayê re dixwaze dev ji jiyana xwe berde, xwe bixeniqîne û cîranê wî:

Dibêjin,
Carek ji caran, di êvareke reş û tarî de, mirovekî belengaz tevî cîranê xwe, li neqebekê rastî hev hatin. Dema ku çaxêr li hev ki-rin, cîranê mirovê belengaz got:
-Cîran, dengê te xweş nayê. Tu vê şeva reş ji ku têyî?
Zilamê belengaz got:
-Wele cîran, ez ji wê jiyana xwe ya ku her bi tunebûnê derbas bû gelek aciz bûm. Min biryar da ku vê jiyana xwe ya tehmsar bi dawî bikim. Min benekî xwe girt û ez rast çûm darbelikê ku xwe daliqînim. Cîranê wî bi meraqeke mezin got:
-Êee… Got:
-Dema ku ez çûm ber darê, min bi sosret dît ku hemû dewle-mendên bajarokê me li wir di rêzê de nin. Dor nehate min û ez jî bi şûnde vegeriyam…