Gotin dîko: “Tu kedî yî yan kûvî?”
Dîk got: “Ez hevalê xwe bi ser bistikê ve dibînim.”


Hîç tu tişt ne weke xuyandina xwe ya ji derve ye. Her xweşî û rehetiyekê nexweşî û zehmeteke wê heye.
Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje serhatiya dîk û 
qijikê:


Dibêjin,

Rojek ji rojan mêvanê zilamekî dewlemend hatibûn. Mazûban 

dakete koxikê ku dîkekî an mirîşkekê jê re bigre û serjêke. Dîkek 

bi ber destê wî ket. Kir ku dîk serjêke, dîk ji ber destên xwediyê 

xwe filitî. Dev da rê reviya û canê xwe xilas kir. Ber bi daristanê 

ve çû... Dema ku dîk hat daristanê, bêhna wî çikiyabû. Ji tirsan 

re dikir ku bimire. Li paş xwe nihêrî ku kes tuneye, bêhneka kûr 

veda û bi çiriya dengê xwe bang da. Wê demê qijikeke reş li ser 

spîndarekê dana bû, dema dîk dît, hat li kêleka wî dana, çaxêr li 

dîk kir şûnde got:

-Ez meraqa we kediyan dikim, gelo jiyana we çawa ye, rabirdûya we kediyan jî weke ya me kûviyan bi êş û kelem e?

Dîk ji qijikê re got:

-Wele stiya qijik, rabirdûya me kediyan baş e. Dema ku em hê 

ji hêkê derneketine, xwediyên me amadekariya me dikin. Dema 

ku em ji hêkê derdikevin pînên me yên germ û parastî amade ne. 

Em diçin di wan pîn û koxikan de jiyaneke rehet û bi şayî derbas 

dikin. Qijikê got:

-Ger rabirdûya we ewqas baş e, dibê pêşeroja we jî baş be. 

Kekê dîk, tu pêşeroja we çawa dibînî?

Dîk li hemberê wê pirsê kesereke kûr kişand û got:

-Wele stiya qijik, ez di pêşerojê de hevalê xwe bi ser bistikê ve 

û li ser agir dibînim...

Qijik bi rewş û helwesta dîk xemgîn bû, lêborîna xwe ji wî 

xwest, bi hewa ket, firiya û çû...