Kerê ehmeq, ber bi şêr ve dizire...


Li vê dinê hin kesên wisa ehmeq û bê hesab hene ku bi zanebûnî xwe 
davên xeteriyê. Ji ber ku ew kes hêz û cerebeya yê hember nikarin hesab 
kin. Dibêjin qey kes ji me hêztir û zanatir nîne. Binyata vê gotina ku 
carinan bi şêwaza: “Kerê ehmeq, ber bi gur ve dizire.” jî tê gotin, digihîje 
serhatiya kerekî ehmeq:


Dibêjin,

Carek ji caran, keleşêrek (dîk) û kerek bi hev re bûne rêheval

Keleşêr li ser pişta kerê bû, ji xwe re seyran dikirin. Keleşêr û kerê 

bi hevalbendiyek xweş demên bi kêf derbas dikirin. Dibêjin wê 

rojê şêrek rastî wan hat. Dema ku çavê şêr li kerê ket, dilê wî bijiya goştê kerê, lê keleşêr fêla şêr fêhm kir. Bi dengek bilind bang 

da û qîriya. Dibêjin, şêr ji dengê dîkan gelek aciz in. Dema ku şêr 

dengê keleşêr dibihîze, berê xwe dide daristanê û bi hemû hêz

xwe dibeze, diçe. Ker, rewşa şêr û keleşêr nake hesêb, bi helwesta 

şêr şaş dimîne, ji xwe û xwe re dibêje:

-Min jî digot, ka şêr çi egît e, ji xofa min nezanîbû ku xwe di ku 

de veşêre, wey li şêrîtiya te!… Kerê li piştî vê hizrê gelek baweriya 

xwe bi xwe anî û ji keleşêr re dibêje:

-Hevalê qîr-qîro, ezê herim wî qeşmerî bigrim, bînim ji xwe re 

bikim pêlîstok û qerf û henekên xwe pê bikim, bi wî xema li xwe 

birevînim. Keleşêr fehm kir ku rewş çi ye, gelek li ber ker geriya, 

lê nikaribû ku wî li ser rêya wî vegerîne.

Kerê dîk li pey xwe hişt û kete dû şêr, beziya û çû daristanê. 

Dît ku şêr li wir e. Ziriya, bi hêrs êrişî ser şêr kir. Şêr ji ber kerê vekişiya, penceyek lêda û hûrê wî dirand, avête wir. Şêr hilkişiya ser 

kerê, qenê (qet nebe) hestiyên wî jî li şûnê neman. Her çiqas ku keleşêr dawiya çîrokê zanîbû jî dîsa heqê destbirakiyê hebû, meraqa 

destbirakê xwe yê ehmeq kir û hat dît ku çend pûrt ji wî mane, 

hemû mêşên heremê li ser civiyane, kesereke kûr kişand û got:

-Kerê ehmeq, ber bi şêr ve dizire