Şam şekir e, lê welat şîrîntir e...


Binyata vê gotina ku rûmeta ax û warê bavan, ango welatê mirov 
derdixe pêş, digihîje serhatiya mîrê Cîzîrê û parêzgerê Şamê:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, parêzgerê Şamê li mîrê Cîzîra Botan bû mêvan. 

Pîştî xwarin û vexwarinê bi hev re, derketin li çarşiya Cizîrê geriyan. Wê demê parêzgerê Şamê yê êrgan dilê xwe kire keçeka 

Kurd. Bi destûra mîrê Cîzîra Botan ew keç li gor tor û edetên Kurdan ji xwe re xwest û bire Şamê.

Gelekî hez ji wê dikir, gotineka wê nedikir duduyan, ku digot 

çi, di cih de ji wê re ew pêk dianî. Lê di nav wê îhtişam û debdebeyê de jî jinik her dilbikul û xwedîkeser bû. Her digot:

-Axxx Şêrbîn!..

Parêzger bi evîneke bêhempa bi jina xwe ve girêdayî bû, ji wê 

re nedigot gul, ku bimîne dil. Giyanê wî di bin lingên wê de bû. Ji 

jina xwe re digot: “Pêlî erdê neke, pêlî çavên min ke”. Tevî vê yekê jî 

jinik ne bextewar û kamran bû, her digot:

-Axxx Şêrbîn!..

Parêzgerê evîndar, li hember rewşa wê ve gelek xemgîn dibû. 

Dixwest ku Şêrbînê ji wê re pêk bîne ku ew di koşk û seraya wî de, 

bextewartir û dilgeş bijî. Lê nedizanî ku Şêrbîn çi tişt e. Rojekê 

ji jina xwe pirsî, got:

-Gelo ew Şêrbîn çi tişt e? Tu bixwaze, ew di bin esmên de be jî, 

ezê wê ji te re bînim ber lingên te. Jinikê got:

-Tu Şêrbînê nikarî bînî. Ji ber ku ew welatê bav û bapîrê min e. 

Li ser vê yekê parêzgerê Şamê got:

-Tu dibêjî erê, ezê Şêrbînê seba xatirê te wergirim. Tu nabêjî erê, 

rabe bide pêyî min ku em biçin Şêrbîna ezîz bibînin.

Jinikê got:

-Em bibînin xweştir e. Li ser daxwaza wê, parêzgerê Şamê 

amadekariya xwe kir, gelek xelat û tiştên baş jî bi xwe re rakirin, 

berê xwe dane Şêrbînê û çûn. Ku çend rojan li rê bûn kes nizane. 

Hatin ji Cîzira Botan jî derbas bûn. Ji Dêrgulê wê de, nêzikî Şirnexê, li qûntara çiyayekî Xatûnê hespa xwe rawestand û berê xwe 

ber bi nişûv kir. Parêzgerê Şamê jî wekî wê kir. Parêzger gelek li 

wî alî nihêrî, lê tu tişt nedît. Got:

-Rêya me hê gelek maye? Jinikê got:

-Na ezbenî, Şêrbîn ew der e. Mêrê wê yê parêzger got:

-Va gelek dem e ez ji vî alî dinêrim, min tu tîşt nedît! Jinikê bi 

çiya xwe çend malên ku paşiya wan di qûntara çiya de ne, şanî 

dan û got:

-Şêrbîn ew e…

Parêzger ji jina xwe re got:

-Tu bîriya ew dera hipûhişk dikî? Ne tu bi hesreta ew dera 

xalî, ewqas bi kul û keser î? Jinikê got:

-Parêzgerê min, heke te karibiya ew der bi çavên min bidîta, te 

ew pirs ji min nedikir. Erê Şam şekir e, lê welat şêrîntir e. Parêzger fikirî ku rewşa jina wî bi tenê nihêrîn û baleka wiha dikare bê 

şirovekirin…