Xwedê kera belengazî li ber wenda dike, piştre jî bi dîtina kerê şa dike...


Car heye ku mirov, ji rewşa xwe ya rojane hin tiştan kêm dike. Wê demê mirov li ber xwe dikeve. Dema ku mirov ew destkeftiyên xwe ên berê careke din bi dest xwe dixe, vê carê mirov kêfxweş û dilşa dibe. Di rastiya xwe de tiştekî ku ji rewşa berê zêde bûyî tuneye, rewş rewşa berê ye. Lêbelê mirov dîsa jî bi vê bûyerê dilgeş û kêfxweş dibe.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mirovekî belengaz ku kera wî li ber wenda dibe û piştre jî bi dîtina wê kêfxweş dibe:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî hejar û belengaz, kera wî li ber, ji gun-dekî diçû gundekî din. Belengaz hat cihekî bi kort û zinar li wê pir. Wê demê pêdiviya destavê bi wî girt, zilam xwest ku pêdiviya xwe bibîne. Çû paş zinarekî. Heta pêdiviya xwe dît û ji cîhê xwe derket, bala xwe dayê ku kera wî tuneye! Vir de ker, wê de ker, ker wenda ye…

Zilam li wê derê çû û hat. Bilî wê kerê tu tiştî wî tunebû, gelekî tirsiya, dilê wî kire repe-tep, di ber xwe de ponijî û got:

-Ya Rebî bi te ve melûm e, bilî vê heywanê tu tiştê min î ku ez mala xwe pê bidebirînim nîne, tu zanî. Piştî bêhnekê, zilamê belengaz dagerî newalê bala xwe dayê ku kera wî li wir e, bar ji ser xwe avêtiye, ji xwe re vedigevize. Coş bi dilê wî ket, çavên wî biriqîn, ji kêfan re destên xwe li ber Xwedê vegirtin, got:

-Xwedêyo, tu bi roja nîvro, kera vî belengazî li ber wenda dikî, dilê wî dikî xemê, dîsa tu pê didî dîtin, dilê wî geş û bextewar dikî.