Mêvaneke Henûn


Her sê meşîyan, bi qasî sê gavan bi rê ketibûn, dîtin ku werdekek ji miqabilî wan ve tê. Silav û gulav dane hev. Werdekê bi kubarî ji wan pirsî:

- Sergovendê me Dîklan Axa, berbû Mirîşka Zerîetê, dengzengil Qaza Delal… Ez ez im hûn diçin dawetekê?

- Belê te pê derxist Werdekê!

- Baş e, ser xêrê be Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, Qaza Delal! Ka we negot, gelo daweta kê ye? Qaza Delal, bê hemdî xwe lîland û berî hemûyan û bi carekê re:

- Lîlîlîlî! Daweta Alûcîyan e!

Dîklan Axa, bi awayekî cidî ew aş kir û tevî Mirîşka Zerîetê got:

- Em diçin dar û daristan, şar û şaristan, daweta Noko û Nîskê…

Werdeka Serkanîyê jî lîland û pişt re bi guman pirsî:

- Ka we negot, ma ez jî dikarim bi we re bêm an na?

Dîklan Axa, wekî her timî got:

- Bisekin, pêşî em li dawetnameya xwe binêrin. Ger navê te hebe, dibe!

Dîklan Axa, name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê… Belê! Va ye hûn jî bi çavê serê xwe dibînin ku navê vê keynê heye. Tu jî hatiyî vexwendin! Heydê em biçin.