Hazirîya Dawetê


Di cî de biryara xwe da û çû şal û şapik li xwe kir. Hin perîk û baskên bedew ên biriqandî bi xwe ve kir. Vê carê li ber neynikê xwe bêtir eciband. Berî ji malê derkeve, rahişt dawetnameya xwe û kete rê…

Lê dîsa jî Dîko hinekî bêkêf bû; ji ber ku Noko û Nîskê di dawetnameyê de qala hin kesên din jî kiribûn. Ji van kesan, wî nedixwest bi Mirîşka Zerîetê re biçe dawetê. Ev Mirîşk, çend caran bêyî Dîko çûbû dawetan; loma dilê Dîko ji wê mabû. Wî jî dixwest heyfa xwe jê hilîne û bêyî wê biçe dawetê; lê nikarîbû bi tena serê xwe biçûya.

Dest û lingê wî bi dawetnameyê ve hatibûn girêdan. Tiştekî din jî hebû: Dîko ji fermîyeta dawetan pir hez dikir. Loma jê nedihat li dijî rêbazên nameya ku jê re hatibû şandin tev bigerîya. Dawetnameya wî eynî wiha bû:

Rêzdar Dîklan Axa!

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm û ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Malnîşan: Salona Kêf û Seyranê, Taxa Zargotinê, Ser Rêya Calvino, Kolana Alûcîyan, Mêrdîn

Nîşe: Xelata zêr û zîva serbest e. Goşt û birinc û helbet tirşika dawetê ji kîsê me ye, lê kevçîyê xwe ji bîr nekin!

Dîko! Na na, ji niha û pê de divê em bibêjin Dîklan Axa. Wî nameya dawetê li hev pêça, xist bêrîka xwe û meşîya… Piştî çend gavan li ser rêya xwe pêrgî mirîşkekê hat. Mirîşkê silav dayê û jê pirsî:

- Birakê Dîko, xêr e?

- Wey nebixêr! Ji min re nebêje Dîko, bibêje Dîklan Axa!

- Bibexşîne Dîklan Axa, tu diçî ku?

- Diçim dar û daristan, şar û şaristan… Ma tu nizanî, îşev daweta Noko û Nîskê ye! Diçim wir.

- Waa, pir xweş! Gelo ez jî dikarim bi te re bêm?

Dîklan Axa bêyî dilê xwe got:

- Ka em li dawetnameyê binêrin, ger navê te hebe, çima na!

- De ka ji xêra xwe, lê binêre?

Dîklan Axa rabû name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê… Belê, soxî çi bikim… Were va ye navê te tê de heye! Heydê em biçin.

Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê dane dû hev û ketin ser rê… Hinekî nebuhirî, qazek derket ser rêya wan:

- Birakê Dîk, xwişka Mirîşk, we xêr e?

- Wey nebixêr! Ji min re nebêje Dîk, bibêje Dîklan Axa!

- Ji min re jî bêje Mirîşka Zerîetê! Hurmet nemeya Dîklan Axa, tu dibînî!

- Belê, li min negrin! Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, gelo hûn diçin ku?

Herduyan bi kêf û bi hev re gotin:

- Em diçin dar û daristan, şar û şaristan, em diçin daweta Noko û Nîskê…

- Gidî, ev çi mizgîneke xweş! Gelo ez jî dikarim bi we re bêm? Dîklan Axa, wekî sergovend awirek da

Mirîşkê û ji Qazê re got:

- Bisekin, ka em li dawetnameyê binêrin. Ger navê te hebe, dibe!

Dîklan Axa, dîsa name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa...

Mirîşkê hema berî wî got:

- Û Mirîşka Zerîetê.

Dîklan Axa awirek da Mirîşkê û got:

- Û Qaza Delal… Ha! Te dît, va ye navê te jî heye. Belê, îca were helbet! Heydê em biçin.